Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

  • 16:18 31 Adar 2026
  • Rojane
SÊRT - Bi pêşengiya MEBYA-DERa Sêrtê bi girseyî serdana şîna endama YPJê Denîz Toprak (Azîze Ekîncî) hate kirin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Sêrtê li gunde Hetrantê yê bi ser navenda Sêrtê ve serdana şîna endama YPJê Denîz Toprak (Azîze Ekîncî) ya ku di encama êrişeke li Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû, şîn hate danîn. Di serdanê de rêveber û endamên DEM Partî û DBPê, aktivîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, TUAY-DER, rêveber û endamên saziyên civaka sivîl ên Sêrtê û bi girseyî serdana şînê hate kirin. Her wiha kesên ku tev li şînê bûn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” meşiyan heta mala şînê. Di şînê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hate girtin û fatîhe û dua hatin xwendin.
 
‘Serê te bilind be keça min’
 
Dayîka Denîz Toprak, Suheyla Ekîncî di şîna keça xwe de bi xêrhatina mêvanan kir û got: “Dema ku keça min ji min re got ez ê biçim, min jî jê re got, tu yê di rêya şeref û namûsê de biçî. Em mafdar in. Rêya te vekirîbe keça min. Serê te bilind be. Dilê min gelek dişewite jî lê ez jî weke hemû dayika me. Serê malbatê û hemû Kurdistanê sax be. Wan tu xerabî û nebaşî nekiriye. Bi tenê wan serhildan kiriye. Şehîd namirin, Bijî Serok Apo.”
 
Şîn berdewam dike.