Li Rezanê hevdîtina jinan: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê gav bê avêtin
- 13:32 1 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya di hevdîtina jinan ku ji aliyê TJA’yê ve bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin de axivî û banga tevlîbûna meşên ber bi Amara û Gemlîkê ve kir. Adalet Kaya, bang li hikûmetê kir ku ji bo statûya Îmraliyê bi lezgînî gav bê avêtin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hewşa Mala Zarokan a Solînê ya navçeya Rezana Amedê hevdîtina jinan li dar xist. Şaredariya Rezan, Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û gelek jin tevlî daxuyaniyê bû.
‘Dem dema rizgariyê ye’
Di destpêkê de aktîvîsta TJA’yê Nur Aytemûr, destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ji bo jinan ne bi tenê rojbûn e her wiha xilasbûn û rizgariya gelan e û got, “Hebûn temam bûye, niha dem dema rizgariyê ye. Em careke din rojbûna mîmarê sereke yê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin. Em, wek jin soz didin ku heta rêberê me negihije azadiya xwe ya fizîkî, em ê têbikoşin.”
‘Azadiya Birêz Ocalan azadiya Rojhilata Navîn e’
Herî dawî Adalet Kaya axivî û wiha got, “Em ji bo rojbûn û azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan hatin ligel hevdû. Dema ku em dibêjin 4’ê Nîsanê, em wekî tevgera jinên Kurd bi salan e rojbûna Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin. Tevgera jinên Kurd, bi taybetî di nav tevgera azadiyê de, bi paradîgmaya ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hate pêşkêşkirin, pêş ket û tevgera azadiyê bir qonaxek din. Em niha dibêjin ku em hene û hemû cîhan dizane ku Kurd hene. Înkar bi dawî bûye, lê em bi saya têkoşîna tevgera azadiyê gihîştine vê qonaxê. Lê tevgera jinên Kurd e ku slogana ‘Jin jiyan azadî’ li seranserê cîhanê belav kiriye ku vê qonaxê gihandiye astek din. Em dibêjin ku azadî ne tenê bi Birêz Abdullah Ocalan sînordar e, azadiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Abdullah Ocalan dibêje ‘Tevgereke rizgariyê ku ne li ser rizgariya jinan be, şoreşeke rastîn nabe.’ Ji perspektîfa me ve, 'Civak bêyî rizgarkirina jinan azad nabe' felsefeyeke mezin e.”
Bangawaziya ji bo meşê
Adalet Kaya, di dawiya axaftina xwe de got divê Abdullah Ocalan azad bibe û banga beşdarbûna meşên ku dê li Amara û Gemlîkê werin lidarxistin kir. Adalet Kaya wiha dawî li axaftina xwe anî: “Meşa me ji bo xurtkirina îradeya aştiyê li dijî şeran û ji bo azadiya Rêber Apo ye. Sedsala 21’emîn sedsala jinan e. Divê azadiya jinan bibe sala azadiya Birêz Abdullah Ocalan.”
Hevdîtin, bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” û bi gerandina govendê bi dawî bû.







