Li Stenbolê dar hatin danîn:Rojbûna Te pîroz be ey Serok

  • 17:53 3 Nîsan 2026
  • Rojane
STENBOL – Platforma Saziyên Demokratîk û DEM Partyê ji bo 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de dar hatin danîn û dirûşma ‘Rojbûna te pîroz be ey Serok APO’ hat berzkirin.
 
Bi boneya 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bernameyan pîrozbahiyê tên lidarxistin. Li Stenbolê Platforma Saziyên Demokratîk û DEM Partiyê li navçeya Çatalcayê ya Stenbolê bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar danîn.
 
Dayikên Aştiyê, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, rêveberên DBP, HDK’ê û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Dayikên Aştiyê li gel stranan dar danîn û dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serok APO” berz kirin.
 
Bername piştî danîn û avdana daran bi dawî bû.