Mîhracana Rojên Amarayê bi dawî bû
- 21:58 3 Nîsan 2026
- Rojane
RIHA - Mîhrîcana Rojên Amarayê ji bo 77 salî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin bi coşeke mezin bi dawî bû.
Mîhrqca Rojên Amarayê bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê Azad ber bi Yekitiya Demokratîk ve” li parqa 4'ê Nîsanê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî festîvalê bûn. Girseyê li ber stranên hatin gotin govend gerandin û dirûşmeyên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berzkirin. Her wiha girseyê wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li parqa festîvalê demekê dirêj gerandin.
Girse li ber stranên hatin gotin bi coşeke mezin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û bênavber dirûşm berz kirin. Her wiha strana “Pîroz be cejna te pîre dilê me” ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye nivisîn çirayên telefonê pêxistin û stran dubarê kirin. Her li ser dikê wêneyê Mustafa Dag û Mahsun Karaoglan ku di 4'ê Nîsana 2009'an de li ser rêya Amara di êrişa cendermeyan de hatin kuştin jî hat vekirin.
Herî dawî Aram Serhat derket ser dikê û bi stranan gel coşand.







