ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2026'AN
- 09:00 12 Nîsan 2026
- Rojev
* Îdiayên ku li gundên girêdayê navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê DAIŞ û Hîzbûllah xwe rêxistin dikin didomin û hat îdiakirin ku faliyetên perwerdehiya çekdarî didomin û rayedar mudaxale nakin. DÎMEN HEYE
*Jinan ji bo meşa Gemlîkê ya ku TJA ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan pêk tîne bang kirin û gotin: “Di serî de gelên Rojhilat aNavîn û gelên vê erdnîgariyê ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê azadiya Birêz Ocalan hewcedariya esas dibînin.” DÎMEN HEYE
*"Li gorî agahiyên dawî yên ku min wergirtine, şandeyeke YPJ'ê di hevdîtinekê de pêşniyarek pêşkêşî Wezîrê Parastinê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ebû Qesra li ser ka YPJ çawa dikare bi artêşa Sûriyeyê re were entegrekirin kir. Wezîr Ebû Qesra ji şandeya YPJ'ê re got ku ew ê pêşniyarê binirxînin. Niha, ji Wezareta Parastinê daxuyaniyek tê hêvîkirin ka gelo YPJ dê wekî beşek ji vê pêvajoya entegrekirina leşkerî bi artêşa Sûriyeyê re were entegrekirin an na." JI PÊNÛSA JINAN







