Li Colemêrgê îdiayên DAIŞ û Hîzbullahê: Perwerdeya çekdarî û nemudaxalekirin
- 09:02 12 Nîsan 2026
- Rojane
Rabîa Onver
COLEMÊRG - Îdiayên ku li gundên girêdayê navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê DAIŞ û Hîzbûllah xwe rêxistin dikin didomin û hat îdiakirin ku faliyetên perwerdehiya çekdarî didomin û rayedar mudaxale nakin.
Îdiayên der barê ku li gundên girêdayê navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê DAIŞ û Hîzbûllah xwe rêxistin dikin didomin. Li gorî vegotinên gelê herêmê, ev kom faliyetên rêxistibûnê dimeşînin û bi taybet li qadên çolerê bandora xwe zêde kirine.
Rêxistinbûn hat berfirehkirin
Li gorî îdiayan nokteya destpêka faliyetên rêxistibûna van koman gundê Gagewran a Geverê ye. Hat îdiakirin ku ji ser dawteke li gund pêk hatiye rêxistibûn hatiye berfirehkirin û kesên tevli vê dawetê bûne girêdayê van rêxistibûnan e.
Gelek kes hatin girtin
Li gorî îdiayan di mehên borî de di daweteke li gundê Melevyan a Şemzînanê, piraniya kesên tevli dawetê bûne bi hinceta di rêxistinên DAIŞ û Hîzbûllahê de cih girtine hatine binçavkirin û girtin, bûk û zava jî ji ber li Suudî Erebîstanê bûne der barê wan de tiştek lêpirsînek nehatiye kirin. Tê îdiakirin ku tenê ji herêmê tevlibûn çênebûye; ji Gever, Êlih, Yalova û navenda Şemzîanê gelek kes anîne û rêxistibûn hatiye kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî di axaftinên di dawetê de hatine kirin de îfadeyên wekê "Em ê îslamiyetê ava bikin, em ê dawî li nîqaşên li ser muslimanan bînin. 73 firka hene, yên bikevin bihûştê em in" bê navber anîne ziman.
Perwerdehiyên çekdarî dest pê kirin
Îdiayeke din ya li herêmê jî der barê faliyetên perwerdehiya çekdariye. Hat diyarkirin ku gundiyên ji bo komkirina pincarê çûne nav erdan dengê çekan bihistine û agahî dane leşkeriyê lê hat îdiakirin k leşkeriyê gotiye "Em nikarin mudaxale bikin". Tê îdiakirin ku dengê çekan ji ji perwerdehiyên li mezraraya melewyan a Şemzînanê tên.
Li gorî feraseta xwe perwerde
Tê îdiakirin ku di mijara pratîkên olî de nêzîkatiyên cuda tên nîşandan. Tê îdiakirin ku ev rêxistin nimêja li pey meleyên peywirdarên dewletê red dikin û li gorî feraseta xwe îbadetê dikin.
Tê îdiakirin ku di pêkarên li dijî jinan de jî ruyê jinan bi tevahî tê girtin, tenê çavên wan tê dîtin û mêr û jin nikarin hev bînin.







