MKG: Têkoşîna Evrîm Alataş ji me re dibe ronahî
- 09:56 12 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - MKG'ê têkildarî salvegera koça dawî ya rojnameger Evrîm Alataş diyar kir ku her çiqas di 12'yê Nîsana 2010'an de rojnameger Evrîm Alataş jiyana xwe ji dest dabe jî wê li dû xwe mîrateyeke mezin hişt û got:"Bi fikrên xwe, bi nivîsên xwe, bi têkoşîna xwe ew ji me re bû feyzek giranbiha."
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî salvegera koça dawî ya rojnameger Evrîm Alataş daxuyaniya nivîskî weşand. MKG'ê di daxuyaniyê de wiha got:"Em wekî MKG'ê dibêjin em têkoşîn, mîrate û rûyê bi ken ê Evrîm Alataş ji bîr nekin. Ew ê têkoşîna wê ji me re bibe ronahî, ew ê têkoşîna wê ji me re bibe rêya pêşketinê."
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Rojnameger rexnegir û nivîskar Evrîm Alataş a di 15'ê Nîsana 1976'an de gundê Golpinara Arganê ya Meletiyê ji dayik bû di sala 1994'an de dest bi rojnamegeriyê kir. Di rojnameyên wekî Demokrasî, Yenî Polîtîka, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê wekî nûçegihan xebitî û edîtortî kir. Di heman demê de wê ji rojnameyên Evrensel, BirGun û Ozgur Polîtîkayê nîvîs nivîsand. Di kovarên wekî Esmer, Bîrîkîm, Amargi, Reş û Tirojê de nivîs nivîsand.
Li Tirkiyeyê di wê serdemê de jî rojnamegerî zehmet bû. Li dijî zehmetiyan, zextan û astengiyan her wiha tevî hat binçavkirin jî, Evrîm Alataş li berxwe da. Her çiqas hat darizandin jî û li dijî nexweşiyê li berxwe da jî lê belê paşde gav neavêt. Di serdema gund dihatin şewitandin, komkujî pêk dihatin, şer kûr bû de wê pîşeya rojnamegeriyê dikir. Bi nivîsên xwe jî bandor li ser civakê dikir û xizmet ji pîşeya rojnamegeriyê re dikir. Wê ne tenê di mijara rojnamegeriyê de di mijara xizmeta di warê parastina nasname û hebûna Gelê Kurd jî têkoşînek da meşandin. Her wiha li ser pêşketina ji bo wêjeya Kurdî jî heta dawiyê xebat da meşandin. Bi hilberandina xwe bû mînakeke baş.
Evrîm Alataş bi henekên xwe, bi rûyê xwe yê bi ken, bi hêza xwe ya ji bo têkoşînê hêviyek di nava civakê de belav kir. Wê dev ji têkoşîna li dijî nexweşiya pençeşerê berneda. Wê dev ji pênûsa xwe berneda. Her çiqas di 12'yê Nîsana 2010'an de rojnameger Evrîm Alataş jiyana xwe ji dest dabe jî wê li dû xwe mîrateyeke mezin hişt. Bi fikrên xwe, bi nivîsên xwe, bi têkoşîna xwe ew ji me re bû feyzek giranbiha. Em wekî MKG'ê dibêjin em têkoşîn, mîrate û rûyê bi ken ê Evrîm Alataş ji bîr nekin. Ew ê têkoşîna wê ji me re bibe ronahî, ew ê têkoşîna wê ji me re bibe rêya pêşketinê."







