Şîna Zeynep Cansiz bi dayina xwarinê bi dawî bû
- 12:36 17 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM – Ji bo Zeynep Cansiz di roja sêyemîn de xwarina xêrê hat dayîn.
Ji bo dayika Sakine Cansiz, Zeynep Cansiz şîn hat danîn. Di roja 3’yemîn de xwarina xêrê hat dayîn. Taziye di roja 3’yemîn de bi dayina xwarinê bi dawî bû. Li Restoranda Dîkîlîtaş a li ser rêya Dêrsim-Ovacikê ji bo Zeynep Cansiz xwarina xêrê hat dayîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, Hevserokên DEM Partî yên Dêrsimê û gelek welatî beşdar bûn.







