Derbarê Tuncay Sonel de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 11:48 17 Nîsan 2026
  • Hiqûq
DÊRSIM - Wezareta Karên Hundir li dijî waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel û gumanbarê sereke yê doza Gulistan Dokû, lêpirsînek daye destpêkirin. Lêpirsîn li ser windabûna Gulistan Doku, xwendekara Zanîngeha Munzurê ye.
 
Malbata Gulistan Dokû û parêzerê wê, Alî Çîmen, demek dirêj e diyar dikin ku Tuncay Sonel plankerê tevahiya bûyerê ye û kesê sereke yê windabûna Gulistan Dokû ye û gelek caran daxwaza girtina wî dikin.