Rêxistinên kedê:Divê Yusuf Tekîn îstifa bike
- 19:55 17 Nîsan 2026
- Rojane
STENBOL- Li Stenbolê DÎSK, KESK, TTB û TMMOB ji bo mamoste û xwendekarên ku di êrîşên dibistanan de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê li dar xist.
Li dijî êrîşên li ser dibistinên Mereş û Sîweregê nerazîbûna sazî û sendikayan didome. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ji bo xwendekar û mamosteyên ku di êrîşên li ser dibistinan de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîraninê li dar xist. Endam û rêveberên sazî û sendikayan li Îskeleya Kadikoyê kom bûn û pankarta “Mamoste û xwendekarên hatine kuştin ji bîr nakin” hat vekirin.
‘Divê Yusuf Tekîn demildest îstîfa bike’
Li vir ewilî Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Stenbolê Huseyîn Tekîn axivî. Huseyîn Tekîn diyar kir ku berpirsiyarê vê bûyerê desthilatdar e û got: “Ev bûyer ne bûyerên kesane ne. Pirsgirêka mezin pergal e. Pergal îro tundiyê normal dibîne, ciwanan bêpêşeroj dihêle. Divê Yusuf Tekîn demildest îstîfa bike.”
‘Divê tevahî berpirsiyar îstîfa bikin’
Dawiyê endama Sendîkaya Xwendekarên Sektora Taybet Havva Zengînler Korkmaz axîvî. Havva Zengînler Korkmaz destnîşan kir ku divê polîtîkayên desthilatdar bê guherandin û ev tişt anî ziman: “Cigirê Serokkomar Oktay Saral gef li mamosteyan dixwe. Em bang li wî dikin û dibêjin; were van tiştan li rûyê me bibêje. Divê tevahî berpirsiyar îstîfa bikin.”
Piştî axaftinan find hatin pêxistin û kulîlk danîn kolanê.







