Melayê êrişa zayendî li zarokê dikir hate binçavkirin

  • 15:20 20 Nîsan 2026
  • Rojane
AMED - Melayê bi navê Mehmet Latîf Yeprem ku li gundê Totanayê yê navçeya Pasûrê bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî li zarokê dikir, hate binçavkirin. 
 
Piştî nûçeya me ya têkildarî kesê bi navê Mehmet Latîf Yeprem ku gundê Totanayê yê navçeya Pasûrê meletiyê dike û xwe weke “şêx” dide naskirin, hate binçavkirin. Derketibû holê ku Yeprem bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî li zaroka bi navê M.Y. (18) kiribû. 
 
Yeprem, di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Amedê daye destpêkirin de li gundê Totanayê hate binçavkirin û ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Pasûrê. M.Y.  jî ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.