Şaredariya Peyasê xizmetên veterîneriyê berfireh dike
- 14:13 20 Gulan 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê ji bo baştirkirina xizmetên veterîneriyê gavên girîng avêtin. Şaredariyê bi vekirina wesayîta destwerdana mobîl û xizmeta “Kon-Vet”ê re, xizmetên xwe ji bo ajalên kolanan û yên malê firehtir kir.
Gerînendetiya Veterîneriyê ya Şaredariya Peyasê ragihand ku xebatkarên wan niha tavilê û bi lezgînî bersivê didin hemû gilî û daxwazên ku ji wan re tên. Di vê çarçoveyê de, ji bo ajelên bêxwedî û yên malê, xizmeta “Wesayîta Parastina Ajelên Bêxwedî” hatiye destpêkirin da ku di rewşên awarte de bi lez û bez kar bike. Hejmara karmendan jî hatiye zêdekirin û bi lezgînî bersiva hemû daxwazan zûtir dide.
Navenda Kon-Vet’ê li Parka 75'an e
Di vê demê de Navenda Kon-Vetê ya ku di çarçoveya xebatên Gerînendetiya Veterîneriyê de li Parka 75an hatiye vekirin, ji ajelên bêxwedî û yên malê re xizmeteke rêkûpêk pêşkêş dike. Li navendê lênihêrîna giştî, dermankirina lezgîn û kontrolên vaksînasyonê tên kirin.
Gerînendetiya Veterîneriyê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku xizmetên wekî dermankirina awarte, dayîna agahiyan, rizgarkirin û alîkariyên din di her kêliyê de amade ne û xebatên xwe berdewamkirin.
Di heman daxuyaniyê de bal kişandin ser zêdebûna bûyerên qezayên trafîkê yên ku wesayît li ajelan diqelibin. Şaredariyê bang li hemû ajokaran kir ku di vî warî de zêdetir baldar bin û tedbîrên pêwîst bigirin da ku jiyana ajalan nexin xetereyê.
Bi van gavên nû, Şaredariya Peyasê armanc dike ku standardên xizmetên veterîneriyê zêde û ji ajalan jiyaneke baştir peyda bike.







