OHD: Em ê mafê jiyanê yê jinan biparêzin

  • 15:03 6 Adar 2026
  • Rojane
 
 
MERSÎN - Şaxa Mersînê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwza (OHD) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li ber Edliyeya Mêrsînê daxuyanî da. Gelek jin beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn û pankartek bi nivîsa "Jin jiyan azadî" vekirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla  endama Komîsyona Jinan a OHD'ê  Sebahat Gençtarih, ve hate xwendin.
 
'Lêgerîna azadiyê ya jinan nayê bidawîkirin'
 
Sebahat Gençtarih diyar kir ku têkoşîna jinan a her ku diçe bihêztir dibe li deverên cûda yên cîhanê bi awayekî zelal nîşan dide ku lêgerîna azadiyê ya jinan nayê bidawîkirin û "Em tekez dikin ku em ê mafê jiyanê yê jinan biparêzin, li dijî polîtîkayên bêcezatiyê têkoşînê bidin û di têkoşîna wan a ji bo jiyaneke wekhev û azad de li kêleka jinan bin. Em dizanin ku cîhanek ku jin tê de azad bin dê ji bo her kesî cîhanek dadmendtir û azadtir be."