Li Binarê Qendîlê, 8’ê Adarê bi çalakiyan tê pîrozkirin
- 15:45 6 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encûmena Binarê Qendîlê rêze çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ragihand. Du rojan wê çalakiyên di çarçoveya kombûn û pîrozbahiyên hunerî werin lidarxistin.
Li Binarê Wendîlê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dibin pêşengtiya Meclisa Gel a Binarê Qendîlê rêze çalakî dê werin lidarxistin.
Roja 7’ê Adarê saet 13:00’an de li gundê Derwekotir bi pêşengtiya Meclisa Gel a Binarê Qendîlê civînek dê were lidarxistin û ji aliyê Lavan Mistefa ve semînerek li ser dîroka 8’ê Adarê û rola jinên cîhanê û Kurd were pêşkêşkirin.
Di heman rojê de di saet 18:00’an de Meclisa Gel a Binarê Qendîlê li herêma Maredû ya li gundê Bestê Êware fitarek ji bo jinên herêmê dê rêxistin bike.
Her wiha roja 8’ê Adarê li gundê Bokrîsan, Meclisa Gel a Binarê Qendîlê ji bo jinan fîtarek amade dike û piştre hejmarek çalakiyên hunerî werin lidarxistin.







