Çarenûsa 2 jinên binçavkirî yên xwepêşander ne diyar e

  • 16:46 9 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldanên rejîma Îranê ya ji bo bêdengkirina dengê azadî û nerazîbûna gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Di vê çarçoveyê de çarenûsa 2 jinên xwepêşander yên hatibûn binçavkirin nediyare.
 
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî têkildarî binçavkirina 2 jinên Îranî ya ji aliyê rejîma Îranê ve agahî da.
 
Li gorî malperê ev du mehin Şeyda (22) ku 10’ê Çileyê di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêza rejîma Îranê ve li bajarê Quçanî ya Îranê hatibû binçavkirin û heta niha çarenûsa wê diyar nîne.
 
Hate ragihandin ku tevî hemû hewldanên malbatê jî ti agahî nehatiye bidestixstin.
 
Li aliyê din hate ragihandin ku ev 12 rojin Leyda Recayî ya xelkê Nûr Abad ya Parêzgeha Mamasanî 25’ê Sibatê di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirin, heta niha ti agahî li ser çarenûsa wê nîne.