‘Di Newrozê de dê daxwaza yekitî û civakek demokratîk bilind bibe’

  • 09:02 13 Adar 2026
  • Rojane
Rojda Aydin-Rabîa Onver 
 
AMED – Hevberdevka Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku Newroza îsal ji aliyê nîqaşên li ser yekîtî, aştî û çareseriyên demokratîk ve bi serdemeke krîtîktir ji salên berê re hevdem e û got ku daxwaza yekîtîya Kurdan û civateke demokratîk dê di pîrozbahiyên Newrozê de were nîşandan.
 
Di pîrozbahiyên Newrozê de yekîtî, aştî û çareseriya demokratîk careke din derketine pêş. Bi taybetî bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ve Newroza îsal ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek girîng e. Bi vê yekê re di 9’ê Adarê de deklerasyona Newroza îsal bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hat dayîn.
 
Hevberdevka Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, têkildarî girîngiya Newroza îsal de axivî.
 
‘Birêz Ocalan nexşereyek danî pêşiya me’
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku wateya Newrozê ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê gelek girîng e û got ku ew her sal Newrozê bi rihê azadiyê û wekheviyê pîroz dikin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a di 27’ê Sibatê de hat kirin û wiha domand, “Di 27’ê Sibatê de li Tirkiye, çar aliyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bangawaziyek dîrokî hat kirin. Ev bangawazî ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan kir. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd çawa bê çareserkirin û berpirsyariya me çiye, ev nexşerê danî pêşiya me. Di çarçoveya bangê de çek hatin şewitandin û gav hatin avêtin. Birêz Ocalan dibêje divê ev pirsgirêk bi awayekî aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Di 27’ê Sibatê de bi bangawaziya ku kir ev bi hemû kesî re parve kir. Dema ku em berê xwe didên; di salekê de gavên gelek dîrokî û şênber hatine avêtin. Di bin sîwana parlamentoyê de komîsyonek hatiye avakirin, belê vê komîsyonê raporek jî parve kir.”
 
‘Heta bingeha pirsgirêkê nebînin, nikarin çareser bikin’
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi lêv kir ku ew wek Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk vê pêvajoyê û gavên hatine avêtin girîng dibînin û got ku di aliyê desthilatdariyê de gavên hatine avêtin kêm e. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha pê de çû, “Ger ku bingeha pirsgirêka Kurd çawa bûye û çawa derketiye holê ger tu binav nekî tu nikarî pirsgirêkê jî çareser bikî. Ji ber vê yekê divê di destpêkê de mirov pirsgirêkê deyni holê û li ser wê xebatên xwe bimeşînin. Newroza îsal di vê hêlê de girîng û watedar e. Em her tim behsa azadî, wekhevî û yekitîya Kurd û Kurdistanê dikin.”
 
‘Yekitîya kurdan di têkoşîna ji bo Rojava de derket holê’
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser yekitîya neteweyî û got ku ev yekî herî dawî bi awayekî xurt, dema êrîşê Rojava hat kirin dîtine û wiha behs kir, “Dema li Rojava şer qewimî plansaziyên netewdewletan li ser maseyê bû. Dixwestin yekitîya Gelê Kurd bê hilweşand. Gelê Kurd bi yek rihî derket kolanan û dengê yekitîyê bilind kirin. Ger ku Gelê Kurd îro jî bikaribe yekitîya xwe ava bike, çiqasî dewlet plansaziyan çêbikin nikarin li pêşiya hêza gelê Kurd bisekinin.”
 
‘Newroza îsal ji salên din cudatir e’
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku Newroza îsal ji Newrozên salên berê cudatir e û da zanîn ku ew ê di Newroza îsal de careke din daxwaza yekitîyê bikin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha dirêjî da axaftina xwe, “Bi vê Newrozê re em dixwazin yekitîya Gelê Kurd ava bibe, li her qadê dengê yekitîye bilind bikin. Her wiha em dixwazin bi pêşengiya jinên Kurd civaka demokratîk bê avakirin. Dema em behsa pirsgirêka Kurd û ya sedsalî dikin divê em behsa pirgirêka jinê jî bikin. Ji ber ku dema mirov berê xwe dide dîroka hezar salî pirsgirêka jinê ji wir tê. Û her roj qirkirin û tunehesibandina jinê tê pêşiya me. Em bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dibêjin ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Heta jin azad nebe em nikarin civakek demokratîk jî ava bikin. Ji ber vê yekê pêwîst e jin ji bo yekitî, wekhevî û civakak demokratîk jî pêşengiyê bikin.”
 
Ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê heman daxwaz
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku wan di 8’ê Adarê de daxwazên xwe bi yek dengî anîne ziman û wiha domand, “Em ê di Newrozê de jî heman daxwazên xwe bibêjin. Em wek Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk dixwazin ku êdî statûya Gelê Kurd bê naskirin. Êdî daxwaza Gelê Kurd bê mîsogerkirin, bila Kurd bikaribe bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û bila bikaribe bi nasname, ziman û çanda xwe jiyana xwe bidomîne. Em ne bi tenê ji bo Gelê Kurd dibêjin. Ji ber ku axa Kurdistanê pir çandî û pir olî ye. Gelek kes li ser dijîn û bila hemû kes bi zimanê xwe bijî. Tiştek ji me dûr nîne. Rojava 14 salan bi vê meşiya. Bi rêya sêyemîn xwe ava kir û meşiya.”
 
‘Em bi rihê yekitîyê derbikevin qadan’
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha dawî li axaftina xwe anî, “Di Newroza 2026’an de em dibêjin bi taybetî bila jinên Kurd û Kurdistanê bila pêşengiya yekitîyê û civaka demokratîk bikin. Bila jin piştgiriyê bidin bangawaziya 27’ê Sibatê. Newroz di serî de li Gelê Kurd, Kurdistanê û bindest pîroz be. Em bi rihê yekitîyê derbikevin qadan. Em ê bi vî rihî Newrozek geştir pîroz bikin.”