Tutsak Reyhan Kumru’ya ajanlık dayatması!
- 10:10 13 Adar 2026
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED- Hat diyarkirin ku li Reyhan Kumru, ya li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne, ji aliyê kesên ji servîsên îstîxbaratê ve sîxurî lê hatiye ferzkirin û zexta sîxuriyê lê hatiye kirin.
Parêzera girtiya siyasî Reyhan Kumru a ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne diyar kir ku kesên ji servîsên îstîxbaratê bi wê re hevdîtin kirine, lê wê hevdîtin red kiriye.
Piştî vê yekê, parêzera Reyhan Kumru, Gulan Çagin Kalelî, diyar kir ku derbarê vê mijarê de serlêdana sûc kiriye.
'Ew ji îstîxbaratê hatine'
Reyhan Kumru tişta bi serê wê hatiye ji parêzera xwe re vegot. Di hevdîtina bi parêzerê xwe re a di 3'ê Adara 2026'an de Reyhan Kumru diyar kir ku Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amed, di 26'ê Sibata 2026'an de, gardiyanek gazî wê kiriye û jê re gotiye, "Daniştîna dadgehê ya te heye." Reyhan Kumru anî ziman ku dema li korîdorê bû, wê ji gardiyanê girtîgehê pirsa danişîna çi kiriye û gardiyan jê re gotiye ,"Ji îstiqbaratê hatine dixwazin bi te re biavin" lê Reyhan qebûl nekiriye û dema vegeriya ye ji hevalên xwe yên qawîşê re jî bûyer vegotiye û derbarê gardiyan de jî dîlekçe daye rêveberiya girtîgehê û derbarê wî de lêpirsîn bê kirin.
Herwiha parêzera Reyhanê jî li dozgeriyê gilîname da û serlêdan ji bo sûcê hatiye kirin kir.







