Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
- 19:27 4 Nîsan 2026
- Rojane
STENBOL- Li navçeya Bahçelîevler Salîh B. Yonca Kolge ya ku dest jê berdabû bi alava birînê qetil kir.
Li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê Salîh B. Yonca Kolge ya ku dest jê berdabû bi alava birînê qetil kir.Piştî agahî ji Yonca Kolge nehat girtin, agahî dan polîsan û der barê mijarê de xebat hat destpêkirin. Ekîbên tespîtkirin ku Yonca Kolge li oteleke li Bahçelîevler dimîne, hatin cihê bûyerê û cenazeya Yonca Kolge dîtin. Hat tespîtkirin ku Yonca Kolge bi alava birînê hatiye qetilkirin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin Morga Tipa Edlî û îro jî cenaze radestê birayên wê kirin. Hat hînbûn ku wê cenaze li Stnebolê bê definkirin.
Gumanbar Salîh B ku ji cihê bûyerê reviya hat hînb û ku ji gelek sûcî sabiqeya wî heye û bi destur ji girtîgeha vekirî derketiye. Çarçoveya lêpirsînê de Salîh B jî na vde 3 kes hatin binçavkirin.







