Kesên di dema qedexeya derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
- 16:41 18 Nîsan 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, 18 kesên ku di dema qedexeya derketina derve ya 10 sal berê de hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, bi boneya salvegera qedexeya derketina derve ya 10 sal berê ku bû sedema mirina 18 kesan, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê MEBYA-DER'ê ve hat lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Bîranîn li Goristana Hecacîya li navenda navçeyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salîh Kuday di çalakiyê de axivî û got: "Wan li ber çavên me hezkiriyên me qetil kirin. Niha em tenê cihê du kesan dizanin, lê em hîn jî cihê 16 kesên din nizanin. Daxwaza me tenê ev e: di vê pêvajoya aştiyê de, ew dikarin cenazeyên zarokên wan bidin malbatan û bi kêmanî bila malbat bizanin ku zarokên wan li ku derê hatine veşartin."
Hediye Elîş ku kurê wê di komkujiyê de hat kuştin, diyar kir ku ew ê qet tiştê ku qewimî ji bîr nekin û ew bi têkoşîna zarokên xwe ve girêdayî ne. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmazê sersaxî ji hemû malbatên ku hezkiriyên xwe winda kirine, bi taybetî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwest.
Piştî axaftinan, gorên kesên ku hatin qetilkirin hatin ziyaretkirin, dua hatin xwendin û gul hatin danîn.







