Bûyerek nû ya kesekî winda: Tiliya Tuncay Sonel tê de heye

  • 17:48 20 Nîsan 2026
  • Rojane
Şehrîban Aslan-Rojda Aydin
 
DÊRSIM – Di doza Gulîstan Doku de, derket holê ku Tuncay Sonel ê ku li pişt bûyerê ye, di sala 2009’an de jî beşdarî lêgerîna zarokekî winda bûye. Malbata zarok gumanên xwe parve kirin ku Tuncay Sonel delîl winda kirine.
 
Di çarçoveya lêpirsîna doza Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel ku hat binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Erziromê tê girtin û îfadeya wî dest pê kir. Tuncay Sonel bi sûcên “kuştina kes” û “tunekirina delîlan” dê îfadeya wî bê girtin.
 
Têkildarî Tuncay Sonel  her carê agahiyek nû derdikeve holê. Hat zanîn ku Tuncay Sonel ê ku di sala 2009’an de dema Qeymeqamê navçeya Ofê ya Trabzonê bûye, kurê wî Mustafa Turkay Sonel û zarokek 9 salî Yusuf Kezdal di heman dibistanê de dixwendin winda bûye û îxbar hatiye kirin. Ji bo Yusuf Kezdal ku heta sala 2012’an xebatên lêgerînê hatine kirin, Tuncay Sonel jî tevlî xebatan bûye.
 
Ji Yusuf bi salan e ku agahî nayê girtin, malbata Yusuf li ser medyaya dîjîtal parvekirinek kir û destnîşanî Tuncay Sonek kir û got, “Te delîlên me jî winda kirin?”
 
Piştî ku Gulîstan Doku winda bû Tuncay Sonel tevlî lêgerînên wê jî bûbû