Li Êlihê jin rola xwe ya pêşeng mezin dikin
- 09:42 8 Adar 2026
- Rojane
ÊLIH – Jinên ku beşdarî mîtînga 8'ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê bûn, peyamek dan ku ew ê di pêşengiya têkoşîna aştî û wekheviyê de bimînin, dan.
Tevgera Jinên Azad (TJA) duh li Çerxerêya Çaran a Êlihê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê mîtîngek li dar xist. Tevî barana zêde jî, jinan cilên xwe yên kurdî dirûşmeyên xwe berz kirin. Jinan di mîtînga ku jinên ji her temenî beşdar bûn de, peyamên girîng jî dan.
'Ev dê sedsala jinên Kurd be'
Jinên ku me hevpeyvîn bi wan re kir diyar kirin ku têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê ya jinan dê berdewam bike û gotin ev sedsal dê "sedsala jinên Kurd" be. Jinan bal kişandin ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk", her wiha diyar kirin ku ew ê di vê pêvajoyê de roleke pêşengiyê ya hîn mezintir bilîzin.









