Kovara Jinê bi manşeta ‘Heta jin azad nebin nabe’ derket
- 09:43 8 Adar 2026
- Rojane
STENBOL - Kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Heta jin azad nebin nabe!” derket.
Hejmara 158’an a kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Heta jin azad nebin nabe!” derket. Di vê hejmarê de kovarê cih da têkoşîna jinan a dîrokî, kedê, berxwedana jinên girtî û têkoşîna li dijî polîtîkayên tundî û cînayetan.
Nivîsên di hejmara nû de ev in:
* Dîrokçeya 8’ê Adarê / Zuhal Tekîner
* Ji bo maf û azadiya kedê li her qadê têkoşîn / Sîmge Yardim
* Ruhên azad ên li dîstopyayê utopya ava kirin / Oznûr Deger
* Siyaseta li dijî jinan hatiye avakirin / Yuksel Mutlu
* Dikare pêşiya cînayetên jinan were girtin / Fîdan Ataselîm









