Li Xelfetiyê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin

  • 16:31 3 Nîsan 2026
  • Rojane
RIHA - Di çarçoveya Mihrîcana Rojên Amarayê de ji bo zarokan atolye hat lidarxistin, ciwanan maça voleybolê kir, hunermendan stranên xwe got û jinan jî bi govenda xwe qada mihrîcanê xemiland. 
 
Bi boneya sala 77’an a roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi yekitiya neteweyî ya demokratîk ve” Mihrîcana Rojên Amarayê tê lidarxistin.  Mihrîcan, li Parka 4’ê Nîsanê ya li navenda Xelfetiyê didome û her ku diçe hejmara beşdaran zêde dibe. Di çarçoveya mihrîcanê de li rexekî ji bo zarokan atolye hat lidarxistin, li rex din jî hunermendên herêmî derketin ser dikê û welatiyan li ber stranên wan govend gerand. 
 
Gerok Ma’yê, ji bo zarokan atolyeyên ritm û resman li dar xist. Zarokên tev li atolyeyê bûn kêliyên xweş jiyan. Ciwanan jî li qadê voleybol lîst û welatiyan musabeqeya wan temaşe kir. 
 
Hejmara beşdarên li qadê her ku diçe zêdetir dibe û psoterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj li qadê ne. Li cem dikê pankarta "Çîroka rojê tariyê diçirîne, di keskesora biharê de ronahiyê ava dike" hate daliqandin. 
 
Di mihrîcanê de dirûşma "Bijî Serok Apo" tê berzkirin û mihrîcan bi coşeke mezin didome.