Jinên ciwan: Em bi berxwedanê dikarin aştiyê bînin

  • 09:03 8 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE - Jinên ciwan diyar kirin ku ku tevî hemû zext, qetilkirinan, 8’ê Adarê li qadan pêşwazî dikin û balkişandin ser girîngiya rêxistibûna jinan: “Em bi hev re bi hûnandina berxwedanê dikarin aştiyê bînin.”
 
Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji aliyê rêxistinên jinan ve gelek çalakî û bername pêk tên. Jin li qadan li dijî qetilkirin, tundî û polîtîkayên hedefgirtinê yên desthilatdariyê peyama mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî didin.
 
Li Enqereyê jinên ciwan bang li hemû jinan kirin ku 8’ê Adarê de bi armanca mezinkirina piştevaniyê li qadan bin.
 
'Em bi rihê jinên li Rojava li berxwe didin dikevin 8’ê Adarê’
 
Ji Meclîsa Jinên Ciwan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sila Dereoglu da zanîn ku bi rihê jinên berxwedêr yên li Rojava dikevin 8’ê Adarê û wiha got: “Em ji bo dengê xwe li dijî zext û zilma ji aliyê rejîmê ve tê kirin, bilind bikin dikevin 8’ê Adarê. Em bi rojeva Rojava diçin qadan. Em dixwazin zextên li ser jinan rabin. Rêxistinbûna jinên ciwan, piştevaniya wan ya bi zindanan re, bi kolanan re bi qadên şer re, ji Rojava heta Rojhilat û Fîlîstînê girîng e. Divê em bi hev re di piştevaniyê de bin. Ji bo vê rêxistibûna xweser a jinên ciwan pir girîng e. 8’ê Adarê de jî em ê li qadan xebatên xwe mezin bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî zext û zilmê li qadan dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
‘Ji ber têkoşînê em hedef tên girtin’
 
Endama Jina Ciwan û Azad Şevîn Ozden daxuyakirin ku ber bi 8’ê Adarê bi qirkirina siyasî re tên rû hev û wih agot: “30 jinên sosyalîst hatin girtin. Em sedema vê baş dizanin. Ji ber em têkoşîn azadiyê dimeşînin û şoreşa jinan a Rojava diparêzin, ji ber em edaletê diqîrin em dibin hedefa êrîşan. Em di nav şer de ne. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo mirinên biguman yên jinan ronî bibin, ji bo em bêjin ‘bijî şoreşa jinan a Rojava’, ji bo em bibin dengê jinên girtî em ê li qadên 80’ê  Adarê dengê xwe bilind bikin. Em banga tevlibûnê li hemû jinan dikin.”
 
‘Sala malbatê polîtîka şer e’
 
Ji Jinên Yenî Demokrat Denîz Benzer jî bi lêv kir ku pergala kapîtalîst ji bo krîza têde ye ji ser xwe bavêje, zêdetir komkujiyên binpêkirinê li ser gelan dike dewrê û wiha anî ziman: “Dewletê polîtîkayên şer xistine dewrê. Ji Venezuelayê heta Îranê, Rojava û Tirkiyeyê, gelek deverên Tirkiyeyê polîtîkayên dijminê jinê kirine dewrê. Pergal ji bo krîza têdeye ji ser xwe babêje binpêkirinên komkujiyan li ser gelan dike dewrê. Tirkiyeyê sala malbatê îlan kir. Em dema dinêrin ev polîtîka şer e. Jin tune tên hesibandin. Em di pêvajoyek wisa de 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Jin ji berxwedanan re pêşengiyê dikin. Jin polîtîkayên pergala emperyalîst û serdestan qebûl nakin.”
 
‘Aştî bi têkoşîna hevpar dikare bê bidestxistin’
 
Denîz Benzer wiha dawî lê anî: “Bi salan e polîtîkayên komkujiyê li netewên bindest tên ferzkirin. Destkeftiyên li Rojava hatin bidestixistin hedef tên girtin. Destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Aştî bi têkoşîna hevpar dikare bê bidestxistin. Jinan bi canê xwe bedela dan û Şoreşa Rojava bi destxistin. Hewce heye ku ji bo parastina destkeftiyan jin bibin yek deng û bi hev re têbikoşin. Em ê li dijî polîtîkayên dijminê jinê bi hev re di 8’ê Adarê de li qadan bin.”